Li Besrayê rufatên 629 serbazên Iraqî hatin dîtin

Di şerê Îran û Iraqê de navên wan weke serbazên winda hatine tomarkirin.

Hewlêr (K24) – Heyva Sor a Iraqê ragihand; rufatên 629 serbazên Iraqî hatine dîtin, ku di şerê Îran û Iraqê de navên wan weke serbazên winda hatibûn tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Heyva Sor a Iraqê; rufatên 629 serbazên Iraqî li goristanekê hatine dîtin, ku di dosyeyên şerê Iraq û Îranê de weke winda hatine tomarkirin, herwiha ji malbatên wan hatiye xwestin ku termên wan werbigrin.

Heyva Sor a Iraqê eşkere kiriye ku rufatên wan serbazan li Goristana Hesen Besrî yê li navçeya Zubêr a ser vu parêzgeha Besrayê hatine dîtin.

Heyva Sor behsa wê jî kiriye ku piştî 33 salan ji şerê Îran û Iraqê, hîn jî termên hejmareke mezin nehatiye dîtin, ku navên wan weke winda hatine tomarkirin.

Şerê Iraq û Îranê ji sala 1980an heta 1988an berdewam bû, ku weke şerê herî dirêj ê sedsala bîstan tê dîtin û di wî şerî de bi hezaran kes bûn qurbanî.