Bi mûşekan êrîşî Balafirgeha Bexdayê hat kirin

Balafırgeha Bexdayê rastî êrîşeke mûşekî hat, zengilê agahdariyê demeke dirêj hat bihîstin.

Hewlêr (K24) – Balafirgeha Bexdayê rastî êrîşeke mûşekî hat, zengilê agahdariyê demeke dirêj hat bihîstin.

Ajansa nûçeyan a Iraqê Wa' ragihand; Fermandarê Operasyonan red kiriye ku Balafirgeha Bexdayê rastî êrîşê hatibe. Çend jêderên din jî behsa wê yekê dikin ku dengê zengilê agahdarkirinê, ji bo ceribandinê bûye.

Roja îna borî jî Balafirgeha Bexdayê bi 6 mûşekan hatibû armanckirin, her çiqas ji aliyê sîstema berevaniyêya Hevpeymanan ve bersiva mûşekan hatibû dayîn, lê mûşekek li balafireke sivîl ketibû û zirar dabû.