Rûsya gefê li Brîtanyayê dixwe

"Divê welatên Ewropayê, nîgeranî û dilgiraniya ku li ser êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê belav dikin, rawestînin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; divê welatên Ewropayê, nîgeranî û dilgiraniya ku li ser êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê belav dikin, rawestînin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; Ewropa zanyariyên xelet li ser niyeta Moskowê ji bo êrîşkirina ser Kievê belav dike.

Mariya Zaxarova diyar kir; eger Brîtanya dorpêçê bixe ser saziyên ragihandinê yên Rûsyayê, Moskow dê tola wê hilde.