Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kongreya xwe ya 12emîn li dar dixe
Îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan li bajarê Hewlêrê kongreya 12emîn li dar dixe.

Hewlêr (K24) – Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan li bajarê Hewlêrê kongreya 12emîn li dar dixe. Kongre rojek berdewam dibe û ji bo postê Rêberê Tevgerê, Kamil Hacî Elî jî namzed e.
Nûçegihanê K24ê ragihand; îro li Hola Şehîd Se'd Ebdullah, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kongreya xwe ya 12 li dar dixe, ji bo postê Rêberê Giştî, Kamîl Hacî Elî xwe ji bo vî postî namzed kiriye, li gor peyrewa navxwe, ji bo serketinê divê dengên piraniya endamên kongreyê bi dest bixe.
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz li ser destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo derbaskirina Iraqê ji aloziyên siyasî, ji K24ê re ragihand: “Destpêşxeriya Cenabê Kak Mesûd gelek baş bû û deriyek vekir, da ku ti hincetek tunebe û zemîneke guncaw ji bo roja hilbijartina Serokomar pêk bîne û ti aliyek gilî û gazinan neke.”
Nûçegihanê me derbarê endamên kongreyê de ragihand; 639 kes endamên kongreya 12an dibin, ku ji wan 125 endam jin in û 16 kesan jî xwe ji bo berpirsên melbendan kirine namzed. Ji bo Encûmena Şûra 36 kesan xwe kirine namzed.
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di sala 1978an de hatiye damezrandin û heta niha 11 kongre li dar xistine.