Fraksiyona Sedir beşdarî civîna 7ê Sibatê ya Parlamentoya Iraqê nabe
"Me danûstandinên xwe yên ligel fraksiyonên siyasî rawestand."
Hewlêr (K24) – Tevgera Sedir a li Parlamentoya Iraqê ragihand; fraksiyona wan beşdarî civîna 7ê Sibatê ya parlamentoyê nabe.
Fraksiyona Tevgera Sedir di civîneke çapemeniyê de li ser pêkanîna hikûmetê û proseya siyasî ragihand; bi fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir du biryar dane.
Biryarên Fraksiyona Sedir wiha ne:
1 – Rawestandina danûstanên ligel fraksiyonên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê heta demeke din.
2 – Divê endamên Fraksiyona Sedir beşdarî civîna parlamentoyê ya roja duşemê 7ê Sibata 2022yan ya taybet bi hilbijartina Serokomarê Iraqê nebin, lê tenê Cîgirê Serokê Parlamentoyê dê di wê civînê de beşdar bibe.