Namzetiya Hosyar Zêbarî ya serokomariyê bi awayekî demkî hat rawestandin
Ji aliyê Dadgeha Federalî ve namzediya namzedê PDKê yê Serokkomariya Iraqê Hosyar Zêbarî bi awayekî demkî hat rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federalî ya Iraqê rêkarên hilbijartina namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî bo postê Serokatiya Komara Iraqê bi awayekî demkî ragirt.
Li gor biryareke Dadgeha Federalî ku îro derketiye, rêkarên hilbijartina Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokkomarê Iraqê bi awayekî demkî hatine ragirtin, heta dema ew giliyên li ser vê babetê hene, bêne yekalîkirin.
Biryar Dadgeha Federalî, biryareke demkî ye ku dadwer li gor yasayên karpêkirî derdixin dê zirarê nede pêvajoya namzetiya Hoşyar Zêbarî.
Roja 9ê meha borî Parlamentoya Iraqê Desteya Serokatiya ya nû hilbijart û li gor destûrê jî, pêwîst e di heyama 30 rojî Serokkomarê nû bê hilbijartin.