Wezareta Plandananê astengiyên li pêş pêkanîna serjimêriya giştî li Iraqê eşkere dike
Biryar e sermjimêryariya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2022an de were kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Plandananê ya Iraqê Ebdulzehra Hindawî ragihand, du astengî li pêş pêkanîna serjimêriya giştî ya biryar e di sala 2022an de were kirin, hene.
Hendawî ji K24ê re ragihand, Komîteya Amadekar a Serjimêriyê kar dike ji bo temamkirina amadekariyên serjimêriya giştî li Iraqê û got: “Em bi hemû hêza xwe hewl didin serjimêrî di sala 2022an de bê kirin.”
Hindawî derbarê astengiyên li pêş proseya sermijariya giştî de diyar kir, div bûdceyeke taybet ji bûdceya giştî ya sala 2022ê were veqetandin, ji bo serjimêrî îsal were kirin.
Got jî: “Sedema din a ku dibe rê li ber pêkanîna serjimêriya giştî bigire, nexweşiya Koronayê ye ku bandorek rasterast li ser tevahiya vê proseyê dike.”
Hindawî tekez kir: “Hevkariyeke baş di navbera Wezareta Plandananê ya Iraqê û Encumena Amaran li Herêma Kurdistanê heye û em bi hev re di hemû qonaxên amadekariyên serjimêriya giştî de kar dikin.”