Parlamentoya Iraqê careke din deriyê namzediyê ji bo serokatiya komarê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Iraqê, îro Sêşemê deriyê namzediyê ji bo posta Serokatiya Komarê vekir.
Di daxuyaniya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê de hat gotin, ji ber ku dema destûrî ya ji bo hilbijartina Serokomar bi dawî bûye û Serokomar nehatiye hilbijartin, îro Serokatiya Encûmena Nûneran îro civiya.
Diyar kir jî, xwenamzetkirina ji bo posta serokkomariyê ji sibe Çarşemê ve dest pê dike û heta 3 rojan berdewam dibe.
Piraniya fraksiyonên parlemanê civîna duhî ya ku biryar bû ji bo hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê were lidarxistin, boykot kirin.