Rojnameyeke Rûsî: Iraq bê serok e

"Ji ber paşxistina rûniştina Parlamanetoya Iraqê, ew welat bê serokomar maye."

Koşka Selam li Bexdayê
Koşka Selam li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Rûsî nivîsandiye; ji ber paşxistina rûniştina Parlamanetoya Iraqê, ew welat bê serokomar maye.

Marianna Belenkaya di rojnameya Kommersant a Rûsî de gotarek nivîsandiye û dibêje li Iraqê dramaya diyarkirina serokomar didome, li gor destûra Iraqê eger nekarîn di nava 30 rojên piştî ragihandina encamên hilbijartinan de vê kêşeyê çareser bikin, ew welat dikeve nav valahiyeke destûrî.

Belenkaya destnîşan kiriye; biryar bû roja duşemê 7ê Sibata 2022yan rûniştina parlamentoyê ji bo diyarkirina serokomar birêve biçe, lê belê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya amadeyan, rûniştin hat paşxistin.

Herwiha dibêje: “Hevpeymaniya Saîrûn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Suniyan, biryar dane di rûniştina roja duşemê de amade nebin, ji ber vê yekê rûniştin hat paşxistin.”

Marianna Belenkaya nivîsandiye ku li gor rêkeftina aliyên siyasî yên Iraqê ya sala 2003yan, Serokwezîr ji pêkhateya Şîe, Serokomar ji pêkhateya Kurd û Serokê Parlamentoyê ji pêkhateya Sunî dibin, ji ber hevpeymaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Muqteda Sedir û Suniyan, şansê namzetê PDKê ji bo bibe serokomar, zêdetir e.