Baregeheke DAIŞê hat bombebarankirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê diyar kir; baregeheke DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa hat bombebarankirin.

Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê diyar kir; baregeheke DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa hat bombebarankirin, DAIŞê ew der weke "baregeha fermandariyê" bi kar dianî.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê, îro sêşemê 8ê Sibata 2022yan artêşa Iraqê baregeheke DAIŞê li başûrê bajarokê Hezrê, li aliyê başûrê rojavayê bajarê Mûsilê, bombebaran kir.

Hat eşkerekirin ku ew baregeh ji şikefteke 140 metreyî pêk dihat, ku weke baregeha sereke bi kar dianîn.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihandiye ku baregeh bi firokeyên F16 hatiye bombebarankirin û 7 çekdarên di nava baregehê de, hatine kuştin.