Perwerdeya Iraqê derbarê danîna hîcabê li dibistanan de daxuyaniyek da

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdê ya Iraqê ragihand, wê ti biryareke fermî derbarê ferzkirina hîcabê li ser xwendekarên keç ên li dibistanan de nedaye.

Berdevkê wezaretê Heyder Farûq Saedûn roja Sêşemê ragihand, "Wezaretê ti biryar yan nivîseke fermî ji rêveberiya dibistanan re neşandiye ku hîcabê bi darê zorê li xwsendekarên keç ferz bike.”

Diyar kir jî, “Ev mijar dikeve çarçoveya azadiya kesane ya xwendekar û malbatên wan. Rêveberiya dibistanan tenê kincên dibistanê diyar dike, bi şertê ku li gorî kêfa xwendekaran be û ne neçarî be.”

Saedûn tekez kir, “Ferzkirina hîcabê ne ji desthilata Wezareta Perwerdeyê de ye û ne mafê wê ye hîcabê li xwendekarên keç ferz bike yan jî ji xwe bikin.”

Destnîşan kir jî: “Eger dibistanekê hîcabê ferz kiribe jî, ew nayê wateya ku ew biryareke fermî ye.”

Ev yek piştî wê tê, berî rojan li Mûsilê xwendekareke dibistana seretayî ya 12 salî ji ber ku hîcab nedabû serê xwe, ji dibistanê hatibû derkirin, piştre jî wê xwendekarê canê xwe ji dabû.

Polîsa Neynewayê piştî lêkolîna derbarê vê bûyerê de ragihand, keçik piştî ku ji ber lixwenekirina hicabê ji dibistanê hatiye derxistin û vegeriyaye malê, apê wê jî ew vegerand dibistanê ta ku ezmûnê bike, lê xwîn ji pozê wê herikiya û piştre jî canê xwe ji dest.”