Destpêşxeriyeke nû ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat pêşkêşkirin

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan destpêşxeriyeke sê xalî ji bo rêkeftina li ser pêkanîna hikûmetê pêşkêş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan destpêşxeriyeke ji bo derketina ji "xetimandina siyasî" li welat ragihand û tekez kir ku nakokiyên siyasî bûne sedema derbasbûna “dema destûrî”.

Çarçoveya Hevahengiya Şîe destpêşxeriyeke sê xalî ji bo rêkeftina li ser pêkanîna hikûmetê, avakirina firaksiyona mezin û pîverên diyarkirina postên serwerî ragihand.

Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Piştî ku nakokiyên siyasî bûn sedema derbasbûna dema destûrî, em vê destpêşxeriya niştimanî pêşniyar dikin ji bo ji vê xetimandina siyasî derkeve û asyonên hevkarî û hevbeşiyê ji bo xizmetkirina gel veke.”

Destpêşxeriyê hemû hêzên siyasî û kesayetiyên niştimanî vexwandin, qonaxeke nû ya danûstandin û diyalogê dest pê bikin, ji bo dagirtina postên serwerî, bi awayekî ku bikeve berjewendiya hemû welatiyan.

Ev destpêşxerî di demekê de ye, heta niha ti nizîkayî di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de ji bo bidawîkirina nakokiyên siyasî dirust nebûye. Muqteda Sedir jî rijd e ku hikûmeteke piranî ya niştimanî bê avakirin.

Çarçoveya Hevahengiyê ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.