Iraqê beşa dawî ya qerebûyên dagîrkirina Kuwêtê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Iraqê duhî Çarşemê, qerebûya dawîn a girêdayî dagîrkirina Kuwêtê di dema desthilatdariya rejîma Sedam Husên di sala 1990î de da.

Li gor Komîsyona Qerebûyan ya Netewên Yekgirtî ya çavdêriya proseyê dikir, Hikûmeta Iraqê bi giştî 52 milyar Dolar wek qerebû da kes, kompanî û hikûmetên ku karîbûn îspat bikin wan ji ber êrişê ziyan dîtine.

Daxwaza herî mezin a ku ji aliyê komîteyê ve hatiye pejirandin, qerebûkirina Kompanyaya Petrolê ya Kuwêtê bû ku ziyanên wê bi qasî 14.7 milyar Dolar hat texmînkirin, ku hêzên Iraqî berî ji Kuwêtê derkevin, agir berdan bîrên petrolê.

Pere ji firotina petrola Îraqê bi rêjeyên cuda bi dirêjahiya 30 salên borî hatin standin ku daneya dawî ji 3 bû, li gorî Reutersê.

Komîteya Netewên Yekgirtî piştî damezrandina wê, nêzî 2,7 mîlyon daxwazên qerebûyan ji kes, sazî û welatên cûrbecûr wergirtin ku nirxê wan 352,5 milyar Dolar bû, lê komîteyê tenê 1,5 mîlyon daxwaza pejirandin ku pereyên wê bi qasî 52,4 mîlyar Dolar bû.

Dayîna qerebûyan di navbera Cotmeha 2014 û Nîsana 2018an de di dema rûbirûbûna grûpên terorist de, ji ber pirsgirêkên ewlehî û bûdceyê yên hikûmeta Iraqê, hatibûn rawestandin.

Artêşa Iraqê di 2ê Tebaxa 1990î de êrişî Kuwêtê kir û di nav du rojan de rêveberiya welêt xist destê xwe. Rêveberiya Sedam Husên di 9ê Tebaxê de ragihand ku Kuwêt bi Iraqê ve hat girêdan.

Hevpeymaniya ku ji 37 welatan pêk dihat bi serokatiya Amerîka di 17’ê Çileya 1991an de li dijî Iraqê operasyona “Bahoza Beyaban”  da destpêkirin û di encama operasyona leşkerî ya ku heta 28’ê Sibatê dewam kir de, Kuwêt ji dagirkeriya Iraqê hate rizgarkirin.