Arecî: 20 terorîstên metirsîdar ji Girtîgeha Xiwêran reviyan
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî ragihand; 20 terorîstên metirsîdar ji Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê reviyan.
Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî ragihand; 20 terorîstên metirsîdar ji Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê reviyan û heta niha jî nehatine desteserkirin.
Qasim Arecî diyar kir; 20 terorîstên metirsîdar di dema êrîşa ser Girtîgeha Xiwêranê de reviyan û heta niha nehatine desteserkirin û ew ê di pêşerojê de bibin metirsî li ser asayîş û seqamgîriya hemû welatên cîhanê.
Arecî eşkere kir; civaka navdewletî mijara çekdarên DAIŞê bi cidî wernegirtiye, ku di pêşerojê de metirsiyeke mezin dê li ser temamê cîhanê dirust bikin.
Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ku nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê tê de bûn, şeva 20ê Çileyê ji aliyê DAIŞê ve rastî êrîşeke mezin hat û di encamê hejmarek ji girtiyan revaniyan û zîndan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 26ê Çileyê ragihand, Girtîgeha Xiwêran bi temamî hat kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin.