Li Iraqê du karwanên Hevpeymanan rastî êrîşan hatin

Bombeyên vedayî bi karwanên piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî de teqiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiya Iraqê ragihand; bombeyeke vedayî bi karwaneke piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya û ev di nava çend demjimêran de bûyera duyem e.

Li gor medyaya Iraqê, li parêzgeha Selahedîn bombeyeke vedayî karwaneke artêşa Hevpeymaniya Navdewletî kire armanc, hat ragihandin ku ziyanên canî derneketiye holê.

Çend demjimêr berê, li parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê, bombeyeke din bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiyabû.

Piştî rêkeftina stratejîk a navbera Bexda û Washingtonê, ji destpêka îsal ve temamê hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdwletî û Amerîkayê ji Iraqê vekişiyan, hêzên ku mane, weke rahêner û şêwirmend ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kar dikin.

Milîsên çekdar ên nêzîkî Îranê çendîn car in gefê li artêşa Amerîka û Hevpeymanan dixwin ku eger ji Iraqê dernekevin, dê bibin armanca êrîşên wan.