60 kesî xwe ji bo posta Serokomarê Iraqê kirine namzet

Navê namzetan dê ji bo Encûmena Bilind a Dadwerî werin hildan

Koşka Selam a Serokomariya Iraqê li Bexdayê
Koşka Selam a Serokomariya Iraqê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, piştî bo cara duyem deriyê xwenamzetkirina bo Serokomarê Iraqê hat vekirin, hejmara namzetan gihîştiye 60 kesan.

Biryardera Encûmena Nûneran a Iraqê Beyda Xizir ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, piştî bo cara duyem deriyê xwenamzetkirina bo Serokomarê Iraqê hat vekirin, hejmara namzetan gihîştiye 60 kesan.

Diyar kir jî, navê namzetan dê di Komîteya Yasayî ya Encûmena Nûneran derbas bibe, piştre komîta taybet dê pêdaçûnê tê de bike û paşê dê diçe Desteya Destpakiyê û ji wir ve dê ji bo Encûmena Bilind a Dadwerî werin hildan.

Her di vê derbarê de jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duhî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serokomariyê kiriye namzet .

Biryardera Encûmena Nûneran a Iraqê amaje bi wê da, heta niha dema rûniştina Encûmena Nûneran ji bo hilbijartina Serokomar nehatiye diyarkirin.