Cîgirê Serokê PSKê: Divê Kurd tifaqeke xurt pêk bînin

Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Hasan Dagtekîn li ser hewldanên tifaqeke Kurdî axivî.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Hasan Dagtekîn li ser hewldanên tifaqeke Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê ragihand: “Em di van rojên wisa de dijîn ku li Tirkiyê dê guhertinên mezin çêbibin, hewce ye em di nava xwe de tifaqeke rêk û pêk çêbikin.”

Hasan Dagtekîn ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser hewldanên tifaqa nû ya Kurdan a li Bakurê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ku di demeke nêz de HDP dê ligel partiyên Kurd bicive bi armanca avakirina tifaqeke Kurdî.

Li ser vê mijarê  Cîgirê Serokê PSKê Hasan Dagtekîn ragihand ku tifaqa Kurdistanî tifaqeke stratejîk e û bingeha wê gelek girîng e û got: “Tifaqa Kurdî gelek pêwîst e, ne tenê ji bo hilbijartinên bê, li Tirkiyê îro nerazîbûneke herî kûr heye, buhabûna her tiştî pişta milet şikandiye, Kurdistanî di bin vê zilmê de du car dimînin.”

Dagtekîn diyar dike ku li Tirkiyê di rojên bê de guhertinên mezin dê çêbibin û got: “Em di van rojên wisa de dijîn ku li Tirkiyê di pêşerojê de dê guhertinên mezin çêbibin. Di nava vê guhertinê de em Kurd eger em bixwazin bandora wê çêbikin, eger em bixwazin daxwazên Kurdan bînin rojevê, hewce ye em di nava xwe de tifaqeke rêk û pêk çêbikin.”

Hasan Dagtekîn destnîşan kir: “Gavên ku divê demildest werin avêtin, yek ji wan nasnameya Kurdî bila bê naskirin, herwiha zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li herêmê bibe zimanê fermî.”

Dagtekîn diyar kir: “Eger em Kurd li ser van daxwazên bilez li hev bikin û aliyekî xurt pêk bînin, ez bawer im di vê guhertina di pêşerojê de çêbibe, em ê roleke baştir bilîzin.”