Li Besrayê teqîn: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Zubeyr a ser bi parêzgeha Besra ya Iraqê teqînek rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Zubeyr a ser bi parêzgeha Besra ya Iraqê teqînek rûda û di teqînê de çar kesan canê xwe ji dest dan.

Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Besrayê ragihand; ji ber paşmahiyên şer li navçeya Zubeyr, bombeyek bi çar kesan de teqiya û her çar welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Heman çavkanî eşkere kir ku di nav kuştiyan de zarokek jî heye.

Navçeya Zubeyr ser bi parêzgeha Besra ya Iraqê ye û li wir şer û pevçûnên herî mezin ên artêşa Iraqê û Îranê di şerê 8 salan de rûda, çendîn paşmahiyên çek û bombeyan ji wê demê ve mane.