Johnson: Rewşa Ukraynayê dikare bibe sedema derketina şerekî mezin li Ewropayê
Serokwezîrê Brîtanya: Egereke têra xwe mezin heye, hêzên Rûsî dest bi dagîrkirina Ukraynayê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson diyar dibêje, rewşa Ukraynayê dikare bibe sedema derketina şerê herî mezin ji sala 1945an vir ve.
Johnson di hevpeyivînekê ji kenala “BBC” re ragihand: “Plana ji me ve xuya dike, dikare bibe sedema derketina şerê herî mezin li Ewropayê ji sala 1945an vir ve.”
Serokwezîrê Brîtanya got: “Egereke têra xwe mezin heye ku hêzên Rûsî dest bi dagîrkirina Ukraynayê bikin.”
Diyar kir jî, dagîrkirina Ukraynayê dê ne tenê ji aliyê herêma Donbassê be, lê ji sînorê Belarus-Ukraynayê ve be, ji bo dorpêçkirina Kievê.
Serokwezîrê Brîtanîyayê tekez kir, tedbîrên bi vî rengî ne tenê dê bibe sedema êş û azara Ukraynayan tenê, lê belê ya gelê Rûsyayê jî.
Welatên endamên NATO'yê dibêjin, Rûsya hêzeke mezin ku hejmara wan ji 100 hezarî zêdetir e, li nêzîkî sînorê bi Ukraynayê re kom kiriye û amadekariya êrîşek nû li ser axa Ukraynayê dike.
Rûsya jî tekez dike ku niyaza wê nîne ti operasyonekê li dijî Ukraynayê bike û dibêje, hemû nûçeyên derbarê vê yekê de derew in. Armanca van îdiayan zêdekirina rageşiyê li herêmê û dijaytiya Rûsiyê ye.
Herwiha Rûsa dibêje, Amerîka û welatên NATO bi van îdiayayan, dixwazin cezayên nû yên aborî li ser Rûsyayê amade bikin û berfirehkirina NATOyê li rojhilatê rewa bikin.