Putin: Ukrayna xaka Rûsya ya dîrokî ye

Putîn: NATO Rûsya dijbera xwe ya sereke dibîne û Ukrayna jî dê wek pire be da ku êrîşî li me bê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir, Ukrayna beşek ji xaka Rûsya ya dîrokî ye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îşev derbarê komarên Luhansk û Donetskê û rewşa Ukraynayê gotarek arasteyî gelê Rûsyayê kir.

Putin: Ukrayna beşek ji xaka Rûsya ya dîrokî ye. Damezrînerê Ukraynayê Vladîmîr Lenîn e.

Putîn: Ukraynaya hemdem li ser hesabê axa Rûsyayê ya dîrokî hatiye damezirandin.

Putin: Bolşevîkiyan bi zorê Donbass bi Ukraynayê ve kirin yek.

Putîn: Tevî hîle û talana Rûsyayê jî, gelê me piştî ji hevbelavbûna Yekîtiya Sovyetan, hemû welat nas kirin.

Putîn: Neteweperestên Ukraynayî bi desteka Rojava, ji ber gendeliyê di sala 2014'an de sûd ji saziyên dewletê wergirtin.

Putîn: Neteweperestên ku li Ukraynayê desthilatdarî bi dest xistin, pêleke ji teror û kuştinê organîze kirin û nehatin cezakirin.

Putîn: tevlîbûna Ukraynayê bo NATO'yê, gefeke rasterast li ser Rûsyayê ye.

Putîn: NATO Rûsya dijbera xwe ya sereke dibîne û Ukrayna jî dê wek pire be da ku êrîşî li me bê kirin.

 

Fly Erbil Advertisment