Putîn serxwebûna Donetsk û Luhansk ji Ukraynayê nas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn biryarnameyên naskirina serxwebûna Donetsk û Luhansk ji Ukraynayê îmze kirin.
Merasîma îmzekirinê li Kremlînê bi amadebûna serokên komarên Donetsk û Luhansk, Denîs Puşîlîn û Denîs Basicnîk birêve çû.
Herwiha Putîn û Puşlîn û Pasîçnîk di navbera Rûsya û komarên Donetsk û Luhansk de peymanên cuda yên li ser dostanî, hevkarî û alîkariyê îmze kirin.