Ji bo Serokomariya Iraqê navên 33 namzetan hatin qebûlkirin
26 kes ji ber çend sedeman ji namzetbûnê hatine dûrxistin.

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Iraqê bi hukmên maddeya 4 a yasaya namzetbûna ji bo postê Serokomariya Iraqê, navên namzetan eşkere kir.
Li gor daxuyaniya Parlamentoya Iraqê, 59 kesan xwe ji bo postê serokomariyê kirine namzet û 26 kes ji ber çend sedeman ji namzetbûnê hatine dûrxistin.
Hat ragihandin ku 4 kesan xwe ji namzetbûnê vekişandine, 14 kes ne xwedî mercên namzetbûnê bûne, 2 kes bawernameyên wan ên zanîngehê tune bûye û şarezayê siyasetê nebûne. 3 kes xwedî bawernameyê nebûne û kesek jî mercê temen tê de tune ye.
Li gor daxuyaniya Parlamentoya Iraqê navên 33 kesan ji bo Serokomariya Iraqê hatine qebûlkirin.