Dadgeha Federalî biryar ji bo xwenamzetkirina bo postê Serokomariyê bi paş xist

Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar da, ev babet ji bo roja 1/3/2022an were paşxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê di civîna xwe ya îro de, biryara dubare xwenamzetkirina ji bo postê Serokomariya Iraqê bo destpêka meha borî bi paş xist.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro 23 Sibata 2022an, derbarê taneyên dubare xwenamzetkirina ji bo postê Serokomariya Iraqê civiya.

Piştî guftûgokirinê, Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar da, ev babet ji bo roja 1/3/2022an were paşxistin.

Biryar bû Encûmena Nûnerên Iraqê di rûniştina 7ê Sibatê de, deng ji bo hilbijartina namzetê ji bo serokomariyê bida, lê beşdarnebûna piraniya aliyên siyasî, rê li ber lidarxistina wê girt.