Tirkiyê ji Îmaratê daxwaza desteserkirina Sedat Peker kir
Wezareta Dadê ya Tirkiyê bi mebesta radestkirina mafyager Sedat Peker ku wekî serokê rexistina sucên organîze tê sûcdarkirin, ji Îmaratê daxwaza desteserkirina wî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Dadê ya Tirkiyê bi mebesta radestkirina mafyager Sedat Peker ku wekî serokê rexistina sucên organîze tê sûcdarkirin, ji Îmaratê daxwaza desteserkirina wî kir.
Rêxistina Polîsên Krîmînal a Navneteweyî (INTERPOL) ji bo Sedat Pekerê ku li Tirkiyê weke "serokê rêxistina sûcê organîze" tê sûcdarkirin, li 194 welatan biryara “bultena sor” a lêgerîn û desteserkirinê derxist.
Bultena Sor a ku di 1ê Sibata 2022an da hate derxistin, ji Serdozgeriya Komarê ya Stanbolê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re hat şandin.
Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî bi mebesta radestkirina Sedat Peker, ji Îmaratê daxwaza desteserkirina Peker kir.
Di nameya ku ji Îmaratê re hat şandin de, wezaretê daxwazên radestkirinê yên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji bo Sedat Peker amade kiribûn bi bîr xistiye.
Sedat Peker bi sedema ku rêveberiya rexistina sucên organîze tê tometbarkirin, li Stenbol û Bursayê di 5 dozên cuda de tê darizandin.
Peker ku wek serokê rexistina sucên organîze tê tometbarkirin di parvekirinên xwe yên li ser medya civakî li dijî payebilind ên Tirkiyê ketibû rojeva Tirkiyê û cîhanê.