Mosko: Bi çekên giran jêrxaneya leşkerî ya Ukraynayê pûç dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ew bi çekên giran jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya asmanî, firokxaneyên leşkerî û firokeyên artêşa Ukraynayê pûç dikin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê destnîşan kir, hêzên çekdar ên Rûsyayê ti êrîşên mûşek, esmanî û topxaneyê li ser bajarên Ukraynayê nakin.
Wezaretê got: “Jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya esmanî, firokexaneyên leşkerî û firokeyên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, bi çekên giran tên astengkirin.”
Herwiha tekez kir jî, ti gef li ser li gelê sivîl nîne.
Ev yek piştî wê te, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro danê sibê di gotarekê de ji gelê Rûsyayê re ragihandibû, wî biryara operasyoneke leşkerî ya taybet li Donbasê daye.
Putin diyar kiribû, di planên Rûsyayê de dagîrkirina Ukraynayê nîne, lê Mosko dê hewl ji bo bêçekkirina wê bide.
Putîn got jî: Hewldanên Rûsyayê ji bo rêkeftina li ser berfirehnekirina NATOyê têk çûn û rewşa berfirehkirina wê hevpeymaniyê, xetertir bûye û êdî em nikarin bêdeng bimînin.