Karvedanên navdewletî yên li hember êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê
Karvedanên navdewletî li hember êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro 24/2/2022an biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.
Karvedanên navdewletî yên herî berbiçav ên li hember destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê:
Serokê Amerîka Joe Biden operasyona leşkerî ya Rûsyayê şermezar kir, û ew wekî “êrîşek bêserûber” bi nav kir.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Guterres banga rawestandina pevçûna di navbera Rûsya û Ukraynayê de kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg operasyona Rûsyayê şermezar dike û dibêje, ev operasyon jiyana hejmareke mezin a mirovan dixe metirsiyê.
Amerîka diyar kir, ew ê ji bo şermezarkirina operasyona Rûsyayê, projebiryarekê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî bike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand, pêwendiya wî bi Zelensky re hebû û dibêje Brîtanya û hevalbendên wê dê bi tundî bersiva operasyona Rûsyayê bidin.
Koşka Elysee ragihand, Serokê Fransa Emmanuel Macron dê îro civîneke awarte ya Komîta Parastinê ya Bilind li dar bixe û tê pêşbînîkirin, Macron û hevtayê wî yê Ukraynayî re pêwendiyê pêk bîne.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen soz da, ji ber çalakiya wê ya leşkerî, Kremlinê ceza bike.
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihand: Operasyona leşkerî ya Rûsyayê, binpêkirina eşkere ya yasaya navdewletî ye.
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi diyar kir: Îtalya bi tundî kiryarên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê şermezar dike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken: Min û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin bi Jens Stoltenberg re li ser bersivek hevrêz a NATOyê li dijî kiryarên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê gotûbêj kir.
Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropa Charles Michel: Encûmena Ewropî û Koma 7 dê îro bicivin, da ku gavên din ên li dijî kiryarên neyasayî yên Rûsyayê û piştgirîkirina Ukraynayê ragihînin.
Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida destnîşan kir: Êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê, bingehên sîstema cîhanê dihejîne
Serokwezîrê Avusturalya Scott Morrison operasyona Rûsyayê wek "neyasayî" bi nav dike û sepandina komeke nû ya cezayan li ser Moskoyê ragihand.