Plasschaert: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê rewş aloztir kiriye

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Kurdistanê hişyarî da.

Hewlêr (K24) – Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Kurdistanê de hişyarî da û got: “Ev biryara dadgehê bandoreke xirab li ser rewşa Iraqê dike.”

Jeanine Hennis-Plasschaert li Encûmena Asayîşa Navdewletî rapora xwe ya şeş mehî pêşkêş kir û got: “Dadgeha Federal dosyeyeke 10 sal berê, nû kiriye û yasaya petrol û gaza Kurdistanê weke nedestûrî bi nav dike.”

Plasschaert destnîşan dike: “Vê biryara Dadegeha Federal pirseke mezin derxist holê, ku çima niha û di vê demê de ev dosye hat zindîkirin û ev biryar hat dayîn? Vê yekê rewş aloztir kiriye, tevî ku pêwîstiya Iraqê bi parlamentoyekê ye ku biryar bide.”

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê eşkere dike: “Tiştê niha diqewime metirsîdar e û dibe ku di demeke nêz an dûr de seqamgîriya Iraqê bixe metirsiyê.. Ez careke din ji hemû aliyan daxwaz dikim, girîngî bidin wan mijarên ku ji bo niha gelek pêwîst in. Divê kêşe werin çareserkirin, lê belê ne bi hêz û zextê, bi hevbeşî û hevfêmkirin û hevahengiyê.”

Fly Erbil Advertisment