Ukrayna: Hêzên Rûsyayê boriya gazê li Kharkivê teqand
Rûsyayê kompanyaya gaz û petrola Ukraynayê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsyayê kompanyaya gaz û petrola Ukraynayê kir armanc û xeta veguhastina gazê jî li bajarê Kharkivê teqand.
Ajansa “Reuters” li ser zarê Serokê Şaredariya Vasylkiv Natalia Balasinovic belav kir, artêşa Rûsya kompanyaya gaz û petrolê bombebaran kir.
Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Ragihandin û Parastina Agahiyên Taybet li Ukraynayê ragihand, hêzên Rûsî boriya gaza xwezayî li bajarê Kharkivê yê li başûrê Ukraynayê teqand.
Nehat zanîn ka ev borî çiqasî girîng e û gelo teqîn dikare şandina gazê bo derveyî bajar an welat asteng bike yan na.
Li gor zanyariyan, tevî şer êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, Ukrayna hîn jî şandina gaza xwezayî ya Rûsyayê ber bi Ewropayê ve didomîne.
Şer û pevçûn li Ukraynayê berdewam e. Şêwirmendekî Serokê Ukraynayê jî ragihand, heta niha dora 3 hezar û 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin.
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand, Rûsyayê duhî 3 firokeyên SU-30, 11 helîkopter, 2 firokeyên SU-25, 2 firokeyên ÎL-76, amûr û karwaneke sotemeniyê ji dest dane.