Ukrayna daxwaza agirbestê û vekişîna ji Rûsyayê dike

Ukraynayê ragihand, ew ê di danûstandinên ku îro bi Rûsyayê re werin kirin de daxwaza agirbestê û vekişîna leşkerên Rûsyayê ji Ukraynayê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin, şanda Ukraynayê ji bo danûstandinên bi Rûsyayê re gihîşte Belarûsê.

Ofîsa Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky îro derbarê danûstandinên plankirî yên bi Rûsyayê re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Kîev dê di danûstandinên bi Rûsyayê re daxwaza agirbestê û vekişîna leşkerên Rûsyayê ji axa Ukraynayê bike.

Duh di hevdîtina Serokê Ukraynayê Zelensky û Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko de biryara encamdana danûstandina hat dayîn.

Zelensky got: “Me li hev kir ku şanda Ukrayna bêyî şert û merc li herêma çemê Pripyat a li ser sînorê Ukrayna-Belarusê bi şanda Rûsyayê ra bicive.”

Zelenski her wiha got, ew ne di wê baweriyê de ne ku danûstandinên wan bi Rûsyayê re bigihin ti encamekê.