Dadgeha Federal: Vekirina deriyê xwenamzedkirina bo Serokatiya Komarê ne destûrî ye

Dadgeha Federal biryarek nû derbarê xwenamzetkirina bo posta Serokomarê Iraqê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federal a Iraqê dubare vekirina deriyê xwenamzetkirina ji bo posta Serokomarê Iraqê bi nedestûrî bi nav kir.

Dadgeha Federal a Iraqê di civîna îro 1 Adara 2022an de biryar de, dubare vekirina deriyê xwenamzetkirina ji bo posta Serokomarê Iraqê bi nedestûrî ye.

Li gor biryara Dadgeha Federal, desthilata Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê nîne ku dubare deriyê xwenamzetkirina bo posta Serokomariyê veke.

Diyar kir jî, divê biryara vekirina deriyê xwenamzetkirina ji bo posta Serokatiya Komar, ya parlemanteran be ne ya Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran be.

Biryar bû Encûmena Nûnerên Iraqê di rûniştina 7ê Sibatê de, deng ji bo hilbijartina namzetê ji bo serokomariyê bida, lê beşdarnebûna piraniya aliyên siyasî, rê li ber wê proseyê girt.