Deriyê xwenamzetiya ji bo postê Serokomarê Iraqê careke din vebû
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Iraqê bi piraniya dengan, deriyê xwenamzetkirina ji bo posta Serokatiya Iraqê vekir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, Encûmena Nûneran deng li ser dubare vekirina deriyê xwenamzetkirina ji bo postê Serokomar da.
Li gor zanyariyan, 265 endamên Encûmena Nûneran di rûniştinê de amade bûn, ji wan jî 203 endaman dengê belê dan.
Ji ber redkirina dubare vekirina xwenamzetkirina ji bo postê Serokomarê Iraqê ji aliyê Dadgeha Federal ve, îro Encûmena Nûneran ji bo wê mebestê civiya.