MAN City di “derbi” de MAN United bi (4 - 1) têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester United di “derbî” li hember hevrikê xwe yê mezin Manchester City de bi encama (1 - 4) têk çû.
Di gera 28emîn a Lîga Premierê ya Ingiltrayê de Manchester City şeva bor li stadiuma Al Ittihad mêvandariya Manchester United kir û bi encama (4 - 1) bi ser ket.
Stêrkê Belçîkayê Kevin De Bruyne di xulekên (5 û 28) de û stêrkê Cezayîrî Riyad Mahrez du gol di xulekên (68 û 90) de golên Manchester City tomar kirin
Yarîzan Yadon Sancho jî di xuleka (22) a nîva yekem de gola sêwî ya tîma "Şeytanên Sor" tomar kir.
Manchester City, bi rêbertiya rahênerê xwe yê Spanî Pep Guardiola, piştî vê serkeftina giranbuha bi 69 pûanan lingên xwe di rêza yekem de çespandin.
Di heman demê de jî puanên Manchester United piştî vê têkçûna şermezarker li ser cema 47 pûanan rawestiya û daket rêza pêncemîn.