Mela Bextiyar: Biryara Dadgeha Federal nayê qebûlkirin
“Dema biryarê û armanca wê siyasî ye."

Hewlêr (K24) – Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand: “Min biryara Dadgeha Federal qebûl nekiriye û niha jî qebûl nakim, çimkî ew biryar berevajî destûra Iraqê ye.”
Mela Bextiyar diyar kir: “Mafê sirûştî yê petrol û gaza nehatiye derxistin, mafê Herêma Kurdistanê ye û di destûrê de ti amajeyek ji bo wan nehatiye kirin, ku nabe dest bidin ser petrola nehatiye derxistin.”
Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNKê eşkere kir: “Dema biryarê û armanca wê siyasî ye û divê Herêma Kurdistanê ligel Dadgeha Federal û Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê civîneke têr û tije bike û pisporên yasayan di rûniştinê de roleke aktîv bilîzin.”
Roja 15ê Sibata 2022an Dadgeha Federal a Iraqê di biryarekê de ragihand, yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û piştî biryarê jî, sazî û dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û beşek ji aliyên Iraqî, ev biryar bi siyasî û li dijî Herêma Kurdistanê bi nav kirin.
Di wê derbarê de Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, biryara Dadgeha Federal a Iraqê, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e.