Piştî şerê Ukraynayê cara yekem Lavrov serdana welatekî kir
Rayedarekî Tirkiyê eşkere kir, ji bo gotûbêjên li ser geşedanên herî dawî yên li Ukraynayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihişte Enqerê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî Tirkiyê eşkere kir, ji bo gotûbêjên li ser geşedanên herî dawî yên li Ukraynayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihişte Enqerê.
Rayedarê Tirkiyê ji ajansa Reutersê re ragihandiye; vê êvarê 9ê Adara 2022yan, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihîşte Tirkiyê.
Herwiha destnîşan kiriye; sibeha pêncşemê li bajarê Antalya yê li başûrê Tirkiyê gotûbêjên li ser dosyeya Ukraynayê dê birêve biçe, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêşxeriyek xistibû ber Rûsyayê.
Bûye du hefte, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê tê kirin û ji ber şer, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyî welatên Ewropayê bûne.