Tirkiyê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya îro berbangê de belav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya îro berbangê de belav kir û ragihand: “Kiryarên bi vî rengî yên bi armanca têkdana aştî û seqamgîriya Iraqê, bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat diyarkirin: “Em êrîşa li ser bajarê Hewlêrê yê Iraqê ya vê sibê (13ê Adarê) ya bi mûşekên balîstîk, şermezar dikin.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Kiryarên bi vî rengî yên bi armanca têkdana aştî û seqamgîriya Iraqê, bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Wezaretê eşkere kir: “Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de dê ligel Iraqê berdewam bibe.”
Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24 ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.
Irak’ın Erbil Şehrini Hedef Alan Saldırı Hk. https://t.co/N5ibxM0dRj pic.twitter.com/6k7N6QfC8K
— T.C. Dışişleri Bakanlığı (@TC_Disisleri) March 13, 2022