CNK: Em vê êrîşa tirsokî bi tundî şermezar dikin
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) derbarê êrîşa berbanga îro ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) - Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) derbarê êrîşa berbanga îro ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em vê êrîşa tirsokî bi tundî şermezar dikin.”
Daxuyaniya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê wiha ye:
Bo Kurdistaniyên ezîz û kedkarên medyayê
Şeva roja 13ê Adarê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr bi mûşekan hat armanckirin.
Li gor zanyariyên destpêkê yên saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê mûşekên balîstîkî ji derveyî sînorên Herêma Kurdistanê hatine avêtin û ziyaneke maddî çêbûye li çend niştecihên sivîl, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û navenda televîzyona asmanî ya Kurdistan24ê.
Em vê êrîşa tirsokî bi tûndî şermezar dikin û ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê re dibêjin, diyar e, ev yekem êrîş nîne û wê êrîşa dawî jî nebe beramber serweriya Herêma Kurdistanê.
Di demeke wisa de pêwîst e, hêzên niştimanî bergiriya Kurdistanê muqîmtir bikin ji bo parastina xak û niştiman û bersiva her êrîşekê bidin.
Herwiha em daxwazê ji dewletên hevpeymanên Herêma Kurdistanê yên weke Amerîka, Yekîtîya Ewropayê sîstema berevaniya asmanî li sînorê Herêma Kurdistanê bi cî bikin û hemahengî û peywendiyên stratejîk ê siyasî û serbazî ligel Hewlêrê muqîmtir bikin.
Divê dagirker bizanibin çawa duhê li Sihêla û Pirdê Pêşmergeyan xwe ji wan re neçemandin û ew şikandin di her dema êrîşekê de wê dîsan wan bifeşkilînin û nehêlin bosteke xaka Kurdistanê were dagirkirin.
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê