Koşka Sipî: Em bi Hewlêr û Bexdayê re kar ji bo danîna sîstema dijî mûşekan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Sipî Jake Sullivan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de ragihand, Amerîka bi tundî vê êrîşê şermezar dike û tekz kir; welatê wî bi Hewlêr û Bexdayê re kar ji bo danîna sîstema berevaniyê ya dijî mûşekan dike.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Sipî Jake Sullivan ji kenala “CBS News” ragihand, “Em êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin û her karekî ji bo parastina hevpaymanên xwe û berjewendiyên Amerîka li herêmê dikin.”

Sullivan aşkere kir, ew bi Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar ji bo danîna sîstema berevaniyê ya dijî mûşekan dikin, ji bo parastina bajarên wan.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1:00 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li hin navçeyên Hewlêrê û nêzîkî Konsulxaneya Amerîkî li hewlêrê û avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî derketin. Piştre jî Supaya Pasdarên Îran ev êrîş girte ser xwe.

Fly Erbil Advertisment