Rêber Ehmed li Parlamentoya Iraqê zanyariyan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de dide
Li Encûmena Nûneran a Iraqê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê li Iraqê, sedem û encamên êrîşa li ser Hewlêrê tê gotûbêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Encûmena Nûneran a Iraqê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî, gotûgêj li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê tên kirin.
Biryar e îro Pêncşemê 17ê Adara 2022an, bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî, Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran û serokên firaksiyonan, gotûgêj li ser êrîşa mûşekî ya roja 13ê Adara 2022an li ser Hewlêrê bê kirin ku Îranê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihandibû.
Ev civîn li ser banga Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê ye ku bi serokatiya Hakim Zamilî komîteyek bi navê (lêkolîn di rastiyan de) hatiye avakirin.
Ev komîte taybet e bi lêkolînkirina li ser sedem û encamên êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ye.
Di wê derbarê de, Sekreterê Giştî ya Encûmena Nûneran a Iraqê Sîrwan Sîrînî ji peyamnêrê Kurdistanê re ragihand, komîta taybet bi lêkolînkirina di rastiyan de, di rûniştina îro de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê raportekê derbarê êrîşa mûşekî de pêşkêş dike û gotûbêj derbarê hokarên binpêkirinan de tên kirin.
Serokê Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Herêm Kemal Axa got: “Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê zanyariyên xwe pêşkêş dike û hemû firaksiyon bi ewên beşdarî di lêkolînên meydanî de nekirine jî amade bin û piştre em raporta xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê dişînin.”
Roja 13/3/2022an bi 12 mûşekan êrîş li ser Hewlêrê hate kirin û di encamê de ziyanên madî gihîşt hin navçeyên sivîlan û avahiya kenala Kurdistan24ê, di pişt re jî Supaya Pasdarên Îranê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihand.