Siyasetmedarê navdar ê Îranê rexne li êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê digre

"Gelo niha biryar e em ji Kirmaşan û Hewlêrê ve şerê Îsraîlê bikin?”

Hewlêr (K24) – Siyasetmedarê navdar ê Îranê Mistefa Taczade rexne li êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a li ser Hewlêrê girt û ragihand: “Gelo niha biryar e em ji Kirmaşan û Hewlêrê ve şerê Îsraîlê bikin?”

Mistefa Taczade êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a li ser Hewlêrê rexne dike û dibêje: “Tevî ku dibêjin li Helebê şerê Îsraîlê dikin, niha derket ku li Kirmaşan û Hewlêrê şer dikin?”

Taczade ku weke siyasetmedarekî reformxwaz ê li qada siyasî ya Îranê tê nasîn, di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye; rexne li siyaseta çend salên borî yên hikûmeta welatê xwe digre û dibêje: “Eger teqînên Kirmaşanê karê Îsraîlê bû, çima we got dengê ewran e? Eger na, çima we li ser mûşekbarankirina Hewlêrê got bersiva Îsraîlê bû.”

Siyasetmedarê Îranî di peyama xwe de diyar kiriye: “We got em li Helebê şer dikin ji bo ku şer negihîje Hemedanê. Gelo niha biryar e em li Kirmaşan û Hewlêrê şerê Îsraîlê bikin?”

Mistefa Taczade di dawiya peyama xwe de nivîsandiye: “Wateya kûrahiya stratejîk ev bû?"

Siyasetmedarê navdar ê Îranê Mistefa Taczade

 

Fly Erbil Advertisment