Baregeha Beled bû armanca mûşekan

Fermandarê Baregeha Esmanî ya Serbazî ya Beled Ziya Muhsîn Se'd ragihand; baregeha wan bi 4 mûşekan hatiye armanckirin.

Baregeha Esmanî ya Serbazî ya Beled
Baregeha Esmanî ya Serbazî ya Beled

Hewlêr (K24) – Fermandarê Baregeha Esmanî ya Serbazî ya Beled Ziya Muhsîn Se'd ragihand; beriya demeke kin, baregeha wan bi 4 mûşekan hatiye armanckirin.

Ziya Muhsîn Se'd eşkere kir; mûşek li cihên vekirî yên li nava serbazgehê ketine xwarê.

Fermandarê Baregeha Esmanî ya Serbazî ya Beled ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihandiye; her çar mûşek li nava serbazgehê ketine xwarê, lê belê ziyan negihîştiye canê ti kesî.

Ev piştî wê yekê hat, ku beriya çend rojan bajarê Hewlêrê û derdoa saziya Kurdistan24ê bi hejmarek mûşekên balîstîk hate armanckirin û ziyaneke mezin a maddî li pey xwe anî, tevî birîndarbûna welatiyekî.

Baregeha Esmanî ya Beled 64 kîlometre li dûrî bakurê Bexdayê ye û ji sala 2003an ve bi hevbeşî ji aliyê hêzên Iraqî û hêzên Amerîkî ve tê bikaranîn.