Sermayedarekî Kurd ji bo alîkariya Ukaynayê ji Hewlêrê diçe Kîevê

Sermayedarekî Kurd ê bi navê Îmad Balek dema li ofîsa xwe ya li Hewlêrê wêne û vîdeoyên şerê Ukraynayê dibîne, biryar dide ku ji bo alîkariya xelkê, biçe Ukraynayê.

Hewlêr (K24) – Sermayedarekî Kurd ê bi navê Îmad Balek dema li ofîsa xwe ya li Hewlêrê wêne û vîdeoyên şerê Ukraynayê dibîne, biryar dide ku ji bo alîkariya xelkê, biçe Ukraynayê.

Di demekê de ku welatiyên sivîl ên Ukraynayê hewl didan ku welatê xwe bi cih bihêlin, Îmad Balek difikirî ku çawa xwe bigihîne Kîevê, weke ew dibêje, ew demekê li Ukraynayê maye û ew welat weke welatê xwe dibîne.

 

Îmad Balek (45 salî) derbarê geşta xwe de diyar kiriye: “Ez neditirsiyam, tiştê ku hişê min dagir kiribû ew bû ku çawa biçim wî welatî.”

Geşta wî bi balafirê dest pê kiriye, piştre bi trênê gihîştiye cihê ku dixwest biçe, nêzî çar roj geşta wî ajotiye.

 

Îmad Balek li ser alîkarîkirina Ukrayniyan diyar kir: “Şerkirin tenê hilgirtina çekan nabe, dibe ku piştevanîkirin û dabînkirina pêwîstiyên wan zêdetir sûdê bide.”

Herwiha diyar dike ku wî ezmûna şerê Iraqê jî dîtiye, loma ligel vê rewşê hêsantir tevgeriyaye.

Îmad Balek di şerê navbera Îran û Iraqê de tevî malbata xwe çûye Holandayê, pişte li Amerîkayê niştecî bûye û ji sala 2012an ve hatiye Herêma Kurdistanê.

Du sal piştî hatina DAIŞê bo Iraqê, li Ukraynayê restorantek vekiriye, Îmad derbarê Ukraynayê de dibêje: “Beriya dagirkariya Rûsyayê, cihekî baş û silamet bû ji bo veberhênanê.”

Ji 8ê Adarê ve, piştî ku gihîşte Kîevê, li restoranta xwe dest bi amadekirina xwarinan ji bo hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl kir, di heman demê de li Amerîkayê dest bi berhevkirina alîkariyan ji bo Ukrayniyan kir.