Johnson: Eger Putin bi ser bikeve li ser sînorê Ukraynayê ranaweste

Serokwezîrê Brîtanyayê: Rûsya bi ser bikeve dê Gurcistan û dewletên Baltîkê jî dagîr bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson radigihîne, “Eger Putîn li Ukraynayê bi ser bikeve, dê Gurcistan û dewletên Baltîkê jî dagîr bike.

Johnson îro Şemiyê di konferanseke Partiya Muhafezekar di gotarekê de got: “Eger Putîn bi ser bikeve, ew ê li ser sînorên Ukraynayê nesekine, lê dê ber bi Gurcistanê û dewletên Baltîkê ve biçe.”

Serokwezîrê Brîtanyayê piştgiriya welatê xwe ji Ukraynayê re dubare kir û da zanîn; welatê wî di rêza pêşîn ên welatên ku ceza li dijî desthilata Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sepandine de ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace tekez kir; welatê wî bi biryar e ku piştgiriya Kîevê bike û çekan bide wî welatî.

Wallace di wê konferansê de got; welatê wî pakêteke nû ya alîkariyên leşkerî pêşkêşî Kîevê kir, di nav de mûşekên dijî firokeyan. Tekez kir jî, êdî her kes di metirsiya gefên Rûsyayê de ye.

Herwiha Wallace banga xurtkirina ewlekariya milê rojhilatê NATOyê kir û da zanîn jî; London leşkerên xwe şandin Polandayê da ku li ser sînorê bi Ukraynayê re alîkariyê bikin.