Li Çînê balafirek kete xwarê: 133 kes tê de bûn
Tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala televîzyona fermî ya Çînê ragihand; balafireke ku kompaniyeke Çînê xwediyê wê ye, li başûrê rojavayê wî welatî kete xwarê û tê de 133 kes tê de bûn.
Kanala CCTV ya Çînê ragihand; balafira ji cûreya Boing-737, li nêzîkî bajarê Wojo, tevî 133 rêwî kete xwarê û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Li gor vîdeoyekê ku encama ketina xwarê ya balafirê nîşan dide, tê texmînkirin ku ti kes ji bûyerê rizgar nebûbe.
看这情况,估计没希望了
— 肥肥 (@breathing_funny) March 21, 2022
要等最后事故分析才知道原因了。 pic.twitter.com/ujIzGiJJPG