Muqteda Sedir: Nabe em Iraqê bêyî hikûmet bihêlin
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir gefa bidawîanîna Parlamentoya Iraqê dixwe eger civîna roja şemiyê ya ji bo hilbijartina serokomar birêve neçe.
Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir gefa bidawîanîna Parlamentoya Iraqê dixwe eger civîna roja şemiyê ya ji bo hilbijartina serokomar birêve neçe.
Muqteda Sedir îro înê 25ê Adara 2022yan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em li benda parlamenterên serbixwe ne, hêviya me bi wan û bi opozîsyonên niştimanî heye, ji bo bi aramî hikûmeta piranî ya çaksaziyê pêk bînin.”
Sedir diyar kir; nabe Iraq û gelê wê bêyî hikûmet bihêlin û got: “Eger roja şemiyê deng bi heq û rastî neyê dayîn, ev eşkere ye ku rûnade, lê eger rûbide, dawiya parlamentoyê ye, Xwedê baştir dizane.”
Biryar e sibe şemiyê 26ê Adara 2022yan, rûniştina parlamenteran ji bo hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê birêve biçe.
Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xistiye û ev hevpeymanî xwedî kursiyên herî zêde ye li Parlamanetoya Iraqê.