Viyan Sebrî: Civîna îro ya Parlamentoya Iraqê ji bo hemû aliyan berpirsyarî ye

"Em hemû hewldanên xwe dikin ji bo civîn were kirin.”

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî

Bexda (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand: “Civîna îro ya parlamentoyê, ji bo hemû aliyan berpirsyarî ye û em hemû hewldanên xwe dikin ji bo civîn were kirin.”

Viyan Sebrî ji K24ê re diyar kir: “Rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê girîng e, ji bo hemû aliyan berpirsyarî ye, li gor biryara Dadgeha Federal a Iraqê, divê 220 parlementer di rûniştinê de amade bin ji bo temambûna rêjeya yasayî, em bi hemû aliyan hewl didin civîn were kirin.”

Sebrî destnîşan kir: “Hevpeymaniya me (Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman) heye, parlamenterên hevpeymaniyê niha li parlamentoyê amade ne, em hêvî dikin aliyên din jî beşdarî civînê bibin.”

Herwiha eşkere kir: “Ev civîn berpirsyariya dîrokî ye û bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye, hemû gelên Iraqê li bendê ne.”

Biryar e îro bi mebesta hilbijartina serokomar Parlamentoya Iraqê bicive. Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xistiye, ku ji fraksiyonên Tevgera Sedir, PDK û Siyade pêk tê û li Parlamentoya Iraqê herî zêde kursiyên vê hevpeymaniyê hene.

Fly Erbil Advertisment