Hilbijardina Serokomarê Iraqê hat paşxistin

Rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê ji bo roja Çarşemê 30î Adarê hat paşxistin.

Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê ji bo roja Çarşemê 30î Adarê hat paşxistin.

Di rûniştina îro de 202 parlementer beşdar bûn, 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî ve boykot kirin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê, anku (220) parlementer di rûniştinê de amade bibin.

Beşdarbûyên rûniştina îro, ji Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bûn ku ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hevpeymaniya Siyade, Bloka Sadrî û hin kesên serbixwe û baskên din pêk tê.

40 kandîd hevrikiyê li ser postê Serokomarê Iraqê dikin, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kandîdê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman e.

Parlemantoya Iraqê meha borî nekarî civînekê ji bo hilbijartina Serokomar li dar bixe, vê yek jî Iraq xistiye nav rewşeke xitimandina siyasî.