Zelensky: Mijara bêalîbûna Ukraynayê bi kûrahî tê lêkolîn kirin
Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky got, ew li ser herêma Donbasê bi Rûsyayê re lihevhatinekê dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky tekez kir ku “nepêkan e Rûsya bi temamî ji Ukraynayê derkeve”. Da zanîn jî, ev yek “wê bibe sedema şerê cîhanê yê sêyemîn.”
Zelenskî di daxuyaniyekê de ji medyaya Rûsyayê re got: “Mijara bêalîbûna Ukraynayê ku yek ji xalên sereke ye di danûstandinên bi Rûsyayê re ji bo bidawîkirina şer, bi kûrahî tê lêkolînkirin.”
Herwiha got: “Ev mijar di danûstandinên Rûsya û Ukrayna de di bin nîqaşê de ye û bi kûrahî tê lêkolînkirin." Zelensky tekez kir jî, ew “dixwazin bi Rûsyayê re lihevkirinekê li ser herêma Donbassê bikin.”
Serokomarê Ukraynayê diyar kiribû ku di çarçoveya danûstandinên bi Rûsyayê re ji bo bidawîkirina qeyrana heyî, her "çareserkirinek" dê bi riya referandûmekê ji aliyê gelê Ukraynayê ve were kirin.
Beriya niha jî Zelenskî behsa danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de kiribû û gotibû, ew bi zehmetî pêşde diçin, lê hîn jî berdewam in.
Di vê çarçoveyê de, Rûsya û Ukraynayê duhî ragihandin, wan li hev kirine ku gera nû ya danûstandinan di navbera wan de hefteya bê li Tirkiyê were lidarxistin.
Berî niha Wezîrên Derve yên her du welatan Sergey Lavrov û Dmitry Kuleba, 3 gerên danûstandinan li Belarusê û li Tirkiyê jî pêk anîbûn.