Sibe Serokomarê Iraqê tê hilbijartin
Biryar e di civînê de lijneyên parlamentoyê jî bên diyarkirin.
Hewlêr (K24) - Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bernameya karê civîna sibe belav kir û hat diyar kirin ku di civîna sibe de Serokomarê Iraqê tê hilbijartin.
Li gor bernameya karê Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, sibe 30yê Adara 2022yan di demjimêr 11:00ê de encûmena nûneran dê bicive û serokomar hilbijêre.
Hat ragihandin ku biryar e di civînê de lijneyên parlamentoyê jî bên diyarkirin.