Peyameke tund ji aliyê Muqteda Sedir ve

Muqteda Sedir peyameke tund arasteyî aliyên siyasî yên di nava Çarçoveya Hevahengiyê de kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir peyameke tund arasteyî aliyên siyasî yên di nava Çarçoveya Hevahengiyê de dike û dibêje: “Ez tewafiqê bi we re nakim, tewafiq anku bidawiya welat.”

Muqteda Sedir peyemek li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Ez tewafiqê bi we (Çarçoveya Hevaheniyê) re nakim, tewafiq anku bidawiya welat.”

Di beşeke din a peyama Muqteda Sedir de hatiye: “Ewê jê re tê gotin xitimandina siyasî, ji tewafiqa li ser dabeşkirina “cake” bi we re baştir e.”

Herwiha Muqteda Sedir di peyama xwe de dibêje: “Ti xêr di hikûmeteke tewafiqî de nîne. Çawa hûn ê tewafiqê bikin û hûn destdirêjiyê li ser tevahiya pêkhateyan dikin.”

Muqteda Sedir di beşeke din de, peyama xwe arasteyî gelê Iraqê dike û dibêje: “Ey gelê Iraqê, ez we ji bo karesatên berê venagerînin, ev jî sozek e derew tê de nîne, welat êdî nakeve bin hejmûna dagîrkerî, tewafiq û dabeşkirinê û gel jî ti carî xwe ji wan re naçemîne.”

Ev peyama Muqteda Sedir di demekê de tê, biryar bû Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) îro 30 Adara 2022an careke din ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê biciviya, lê parlemanterên Çarçoveya Hevahengiyê û hin perlamenterên nêzîkî wê beşdar nebûn û rêjeya yasayî a parlamenteran kom nebû.

Tê zanîn roja 23ê Adarê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, “Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman” hatibû ragihandin.

Çarçoveya Hevahengiyê jî, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.