Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Luksemburgê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja çarşemê 30yê Adara 2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir.
Di civînê de, her du aliyan, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê di serûbendê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa Êzdiyan û devera Şingalê û pêkhateyên Deşta Neynewa û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku kilîla aramî û seqamgîriya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê ye, Hewlêr û Bexda divê bi diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê rêyên çareserkirina pirsgirêkan bibînin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Luksemburgê, tevî ku behsa dijwarî û qebên serdemê şerê dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê kir, piştevaniya welatê xwe û welatên Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku welatê wî girîngiyê bi pirsa pêkhateyan û rewşa Êzdiyan dide û behsa plana xwe ya serdana kampên penaberan kir.
Bandora şerê li Ukrayna mijareke din ya civînê bû ku tê de Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan zêdetir hest bi êş û azarên şer, derbederî û wêrankariyên cengê dike, ji ber hindê bi xelkê Ukrayna û qurbaniyan re hevsoz e û hêvî xwest ku ew ceng bi dawî were û her du alî bi rêya diyalogê pirsgirikên xwe çareser bikin.
Gotûbêjên Viyenayê û dosyeya atomî, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî, hin mijarên din yên civînê bûn.